CHP: Bila kujerên Tahîr Elçî bên eşkerekirin

30-04-2024
Nîşan Tahîr Elçî Gokçe Gokçen CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Serokê Giştî yê CHPyê Gokçe Gokçenê li ser doza Tahîr Elçî got, “Pêwîst e ev bûyer bi her awayî bê zelalkirin, hemû berpirsiyar bên eşkerekirin û hemû bên darizandin.”

Serdozgeriya Komarê ya Amedê daxwaza beraata 3 polîsan kir ku di doza Tahîr Elçi de wekî gumanbar tên darizandin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an li Amedê li ber Minareya Çarling a dîrokî ya li navçeya Sûrê hatibû kuştin.

Ji ber kuştina Elçî derbarê 4 kesan de doz hatibû vekirin ku 3 ji wan polîs in.

Rûniştina doza Tahîr Elçî dê 12ê Hezîrana 2024an li Dadgeha 10emîn a Cezayê Giran a Amedê were kirin.

Dozgerê dozê mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û daxwaza beraata 3 polîsên gumanbar kir.

Alîkara Serokê Giştî yê CHPyê Gokçe Gokçenê piştî biryara dozgeriyê li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyek belav kir û nerazîbûn nîşanî biryarê da.

“Polîtîkaya necezakirinê berdewam dike”

Gokçenê diyar kir ku pêwîst e kuştina Tahîr Elçî bê ronîkirin û got:

“Serokê Baroya Amedê û parêzvanê mafên mirovan parêzer Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşîna 2015an li ber çavên me hemûyan û li ber kamerayan hat kuştin.

Tevî ku di ser re 8 sal derbas bûn ev kuştin nehat ronîkirin.

Îdianame kêm hat amadekirin, delîl kêm hatin komkirin û guhdariya hemû şahidan nehat kirin.

Niha jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo beraata hemû gumanbaran mutalaa amade kiriye.

Ev rewş nîşan dide ku polîtîkaya necezakirinê ya ku bi salan e heye di doza Tahîr Elçi de jî berdewam dike.

Em dubare dikin, pêwîst e ev bûyer bi her awayî bê zelalkirin, hemû berpirsiyar bên eşkerekirin û hemû bên darizandin.

Raya giştî meraq dike, em behsa kuştineke li ber kamereyan li ber çavên hemû kesî dikin.

Ji ber wê jî em dê berdewam bibêjin: Ji bo Tahîr Elçî edalet.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst