Li çend navçeyên Bakurê Kurdistanê berf barî

30-04-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê, tevî hatina biharê û daketina pileyên germê li hinek herêman berf dibare. Îro Yekşemê 30ê Nîsana 2023an li parêzgehên Erzerom, Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê, berf barî.

Di demkê ku mehek maye ji havînê re, li deverên bilind yên parêzgehên Qers,Sêwaz, Erdexan û Erzeromê yên Bakurê Kurdistanê berf barî û berfê erd sipî kir.

Barîna berfê gihiştiye wê astê ku li wan parêzgehan welatî ji dil daxwaza hatina havînê û germê bikin.

Welatiyek bi anvê Serhat Yildiz dibêje: “Ev çend roje li pey hev baran dibare. Bi taybet li devera Handere li cihên bilind berf dibare. Înşala di demek kurt de havîn were Sariqamişê da ku em hinekê germ bibin.”

Li navçeyên nizim ên wan parêzgehan jî darên fêkî nû kûlîlk vekirine.

Ev navçeya Kaxizmanê ya ser bi parêzgeha Mûşê ye, li vir nû bihar hatiye, bedewiya vir bala wênegiran dikişîne ser xwe.

Wênegir, Fatih Taş li ser xwezaya li navçeyê di demsala biharê de dibêje: “Li vir tam bihare hewa gelek xweşe, ev der tam li gor geşt û seyranê ye. Bi hatina vir û geryana li vir streza mirov namîne. Ez ji kesên ku ji jîngehê û wênegiriyê hez dikin re pêşniyar dikim bêne Kaxizmanê.”

Ew çend rojin bê navber li piraniya navçeyên Bakurê Kurdistanê baran dibare. Êvara 29ê Nîsanê jî li hinek navçeyan baranê cihê xwe ji berfê re hişt.

Ji ber dirêjkirina zivistanê, di demekê de ku demsala biharê ber bi dawiyê ve diçe, li hinek deverên Bakurê Kurdistanê hîn bihar nehatiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst