Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, li xala polîsan teqînek çêbû û di encamê de 2 polîsên Tirk û polîsekî xwecihî canê xwe ji dest dan û 11 polîs birîndar bûn.
Parêzgariya Rihayê îro di daxuyaniyekê de ragihand, li bajarê Girê Spî yê di bin îdareya navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) a parêzgeha Rihayê de, li xala polîsan teqînek çêbû.
Li gor daxuyaniyê, teqîn di dema pûçkirina teqemeniya PKK/PYD de çêbûye û di encamê de 2 polîsên Tirkiyê û polîsekî xwecihî canê xwe ji dest dan û 11 polîs birîndar bûn.
Parêzgariya Rihayê wiha got: “Li Girê Spî teqemaniya ku PKK-PYD dê di çalakiyên li welatê me de bi kar bianiya hat tespîtkirin. Di dema destwerdanê de teqemenî teqiya û 2 polîsên me û polîsekî xwecihî canê xwe ji dest dan. Herwiha 11 polîs bi sivikî birîndar bûne, ku 4 ji wan polîsên xwecihî ne.”
Herwiha hatiye ragihandin ku polîsên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê hatin veguhestin û dest bi dermankirina wan hat kirin.
Têkildarî mijarê heta niha ti berpirsekî Rojavayê Kurdistanê daxuyanî nedane.
Bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji sala 2019an ve di konrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye. Tirkiyê di sala 2019an de di bin navê Operasyona Kaniya Aştiyê de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û her du bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û bi sedan gundên derdorê dagîr kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse