Li Meletiyê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî erdhejên 6ê Sibata îsal, erdhejên paşekî li navçeyên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Îro erdhejekê bi hêza 4.3 pileyê rîxter navçeya Argan (Akçadag) a Meletiyê hejand.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro erdhejek li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Argan (Akçadag) a Meletiyê çê bûye û hêza wê 4.3 pileyê rîxter bûye.

AFADê diyar kiriye, erdhej îro di saet 16:01an de û di kûrahiya 11.7 kîlometriya erdê de çêbûye.

Derbarê wêya de ku gelo erdhejê zirar hebûye yan na, ti zanyarî heta niha nehatiye zanîn.