Astengiyên li pêşiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê çi ne?

30-04-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekane astenga li pêşiya lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 11 kursiyên pêkhateyên Herêma Kurdistanê ne ku Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) daxwaz dike bi awayê firebazneyî beşdarî hilbijartinê bibin û çar kursiyên pêkhateyan ji bo parêzgeha Silêmaniyê be ku 2 ji bo Tirkmenan û 2 ji bo Kirîstiyanan bin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî dibêje, pêkhate çi biryarê bidin ew dê piştgiriyê bidin biryara wan  û pêwîst e pêkhate bi xwe li ser şêwaza beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê biryarê bidin.

Heta niha di wê derbarê de beşa hilbijartinan ên YNK û PDKê çar caran civiyane. Di civîna dawiyê de daxwaz kirine ku UNAMI pêşniyara xwe ya li ser kursiyên pêkhateyan eşkere bike.

UNAMIyê li ser mijarê 2 pêşniyar kirin; yek, pêkhate bi yekbazneyî beşdarî hilbijartinan bibin. Du, heger lihev nekirin; ji bo derketina ji vê qeyrana siyasî ya heyî, 2 kursî ji bo Silêmaniyê bên dayîn ku yek ji bo Kirîstiyanan be û yek jî ji bo Tirkmenan be.

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya herî dawîya bi UNAMI re pêşniyara ji 11 kursiyên pêkhateyan 2 ji bo Silêmaniyê bin red kirine û 2 nêrînên wan hebûne. Yek; bi yekbazneyî beşdarî hilbijartinan bibin. Du, heger kursî ji Silêmaniyê re werin dayîn wê demê divê hêjmara kursiyên pêkhateyan werin zêdekirin û ji derveyî wan 11 kursiyan, kursî ji bo parêzgeha Silêmaniyê bên diyarkirin.

Heta niha di wê derbarê de ti rêkeftinek giştî di navbera YNK, PDK û pêkhateyan de nehatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst