Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 9 parêzgehan hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku dê li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û parêzgeheke Tirkiyê baraneke zêde bibare û divê li beramber egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê bo roja Yekşemê 30ê Nîsana 2023an ragihandiye ku li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Sêrt, Êlih, Erzîngan, Xarpêt û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgeha Bayburtê ya Tirkiyê baraneke zêde dibare û egera lehiyê heye.

Li gor daxuyaniya saziya navborî li cihên bilind ên çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê ligel baranê dê berf jî bibare û divê welatî li gor vê yekê tevbigerin.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li çend herêmên Tirkiyê ba û bahoz jî hebe û ji bo nebe sedema zerara madî û canî hişyarî hatiye dayîn.