Li Şirnexê bûyera trafîkê: 2 leşker mirin û hejmareke zêde jî birîndar bûn

30-04-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Leşker Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Gundikêmelê û Sêgirgê yên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke veguhestina leşkeran wergeriya û di encamê de 2 leşker mirin û 4 leşker jî birîndar bûne. 

Wezareta Berevaniyê yê Tirkiyê ragihandiye îro Yekşemê 30ê Nîsana 2023an li ser rêya Gundikêmelê-Qileban-Sêgirkê otobuseke veguhestina leşkeran wergeriya ye û di encamê de 2 leşker mirine û 4 leşker jî birîndar bûne. 

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û rêwiyên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatine veguhestin.

Her wiha li gor zanyariyên medyaya Tirkiyê di encama qezayê de 2 leşker mirine û 44 leşker û şofêrê otobusê birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst