Ahmet Turk: Kes bêyî Kurdan nikare gavekê jî biavêje
Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya propagandeya hilbijartina 13emîn serokkomar û 28emîn gera Parlamentoya Tirkiyê de, siyasetmedarê Kurd û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn, li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê got, ti îradeyeke siyasî û ti kes bêyî Kurdan nikare gavan biavêje.
Ahmet Turk li bajarokê Artuklu yê Mêrdînê di merasîma nasandina berbijêrên Partiya Çepên Kesk (YSP) de gotarek pêşkêş kir û alîgirên HDP û YSPê piştrast kirin ku roja 14ê Gulanê serkeftineke mezin bidest dixin û roja piştre dikin cejn, nûnerên xwe dişînin parlamentoyê û ji hemû carekê zêdetir vê carê fraksyoneke bihêz pêk tînin.
Ahmet Turk bal kişand ser hêza Kurdan a di hilbijartinan de û got, “Li vî welatî ti îradeyeke siyasî û ti kes bêyî Kurdan nikare gavekê jî biavêje. Her aliyekî siyasî, îradeya gelê Kurd paşguh bixe, wenda dike. Di çendîn hilbijartinan de ev yek hatiye îspatkirin ku bêyî Kurdan zehmet e serkeftin bê tomarkirin.”
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk bibîr xist ku niha zêdetirî du hezar siyasetmedarên Kurd di zîndanê de ne û got, “Ji bo azadkirina siyasetmedar û hemû welatiyên xwe ji zîndanan, divê em di jêr sîwana YSP û Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de kom bibin û dengên xwe organîze bikin.”
Hemû aliyên siyasî, desthilat û opozîsyon, her wiha berbijêrên serokkomariya Tirkiyê jî di karnameyên xwe de amaje bi pêgeha Kurdan didin û behsa bidestxistina aramî û xweşguzeraniyê dikin.
Li gor rojjimêra hilbijartinê, roja 14ê Gulana 2023an hilbijartina serokkomar û Parlamentoya Tirkiyê tê kirin. Mafê 36 partiyên siyasî heye beşdarî van hilbijartinan bibin. Lîsteyên berbijêriyê yên 24 partiyên siyasî hene û 12 partiyên din jî bi navê hevpeymaniyê diçin hilbijartinan.
Her di vê hilbijartinê de mafê dengdanê yê 64 milyon û 113 hezar û 941 kesan heye. 60 milyon û 697 hezar û 843 dengder li nav Tirkiyê û 3 milyon û 416 hezar û 98 dengder jî wek rewendên wî welatî li derveyî Tirkiyê diçin ser sindoqên dengdanê.