Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Hîn tawanbar nehatine darizandin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 40 roj di ser komkujiya Cindirêsê re derbas bûn, lê malbatên qurbaniyên wê komkujiyê dibêjin, hîn tawanbar nehatine darizandin

Êvara Newroza îsal di 20ê Adara 2023an de li navçeya Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve 4 ciwanên Kurd ji aliyê çekdarên Ceyiş El-Şerqiye ve hatin kuştin, ji ber ku wan agirê Newrozê vêxistibûn.

Malbatên qurbaniyên Komkujiya Cindirêsê îro serê sibehê di 40 rojiya şehîdbûna wan de serdana gorên şehîdên xwe kirin û ew bibîr anîn.

Xwîşka 3 şehîdên wê komkujiyê û metika şehîdê din, Roşîn Osman dibêje, tevî derbasbûna 40 rojan li ser komkujiyê re, heta niha tenê soz ji bo wan tên dayîn û kesên tohmetbar nehatine darizandin û cezakirin.

Roşîn Osman herwiha dibêje, aliyên pêwendîdar tenê soz didin wan û sozên xwe bi cî nakin.

Ji roja komkujiyê û heta niha Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, û berpirsên opozisyona Sûriyê 2 caran li gel malbata şehîdên komkujiya Cindirêsê civiyane û soza cezakirina tawanbaran dane wan.

Yasemîn Mistefa Çeqal, hevjîna şehîdekî jî dibêje, ew dixwaze tawanbar li dadgeheke navdewletî bên darizandin, ji ber ku baweriya wan bi dadgehên navçeyê nayê.

Yasemîn daxwaz dike tawanbar li dadgeheke navdewletî bên dadgehîkirin.

Li ser doza kuştina her çar welatiyên kurd di şeva Newrozê de, 4 tohmetbar hatine girtin. Îfadeya kesûkarên qurbaniyan jî hatine wergirtin. Lê heta niha ti daxuyanî yan zanyarî li ser doseyaya dadgehkirina tohmatbaran nehatine dayin.