Hulusî Akar: Tirk û Kurd bira ne

30-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê û berbijêrê parlamenteriyê yê AK Partiyê yê Kayseriyê Hulusî Akar ragihand, Tirk û Kurd bira ne û bi sedan sal e bi hev re dijîn.

Hulusî Akar roja 29ê Nîsanê li Kayseriyê beşdarî bernameya “Hevdîtina Erzeromî, Agiriyî û Qersiyan” bû, ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Kayseriyê ve hatibû amadekirin.

Akar di bernameyê de axavtinek kir û got: “Armanca me terorîst in û terorîst ne nûnerên birayên me yên Kurd in. Operasyonên me yên li Iraq û Sûriyê ne li dijî Kurdan e.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê wiha axivî: “Ev terorîst ti car ne nûnerên birayên me yên Kurd in. Bi ti awayî nikarin nûnertiya wan bikin. Çawa ku DAIŞ ne nûnerê Misilmanan e, PKK û YPG jî ne nûnerên birayên me yên Kurd in. Kesên ku em li dû wan in, tekoşînê li dijî wan dikin û armanca me ew in, terorîst in. Hinek kes vê yekê berovajî dikin, dibêjin qaşo operasyonên tên kirin, li dijî Kurdan e, li dijî Ereban e. Ev teqez derew, fitne û tevlokî ye. Tirk û Kurd bira ne, em bi sedsalan e bi hev re dijîn. Me av û nanê xwe parve kir. Me keç dane hevûdu. Me ev komar bi hev re ava kir û ev ala bi hev re daleqand.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst