Li Dîlokê şerê çekdarî: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, îro 30ê Nîsanê di şerê çekdarî de yek bi giranî 5 kes birîndar bûn.

Li Taxa Ertugrul Gazi ya Dîlokê di navbera du aliyan de ji ber pereyên xizmetguzariyên avahiyekê nîqaş derket û aliyan bi çek şerê hev kirin.

Di encama şer de kesên bi navê Mehmet K, Mustafa K, Ahmet K, Recep K. û İsmail K. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin. Hat ragihandin rewşa yek ji birîndaran giran e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.