Zîpikê îro Amed spî kir

30-04-2023
RÛDAW
Wêne: DHA
Wêne: DHA
Nîşan Amed Zîpik Teyrok Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê barana zêde û teyrokê bandorek neyînî li jiyanê kir.

Piştî barana ku ji nişka ve li bajêr bariya, av li ser rê û kolanan kom bû. Piştî demekê ji barîna baranê, li bajêr zîpik (teyrok) jî barî.

Ji ber barîna zîpikê erd spî bû, peya û ajokar jî zehmetî kişandin.

Li bajêr hinek ji şofêran bi ketina nav benzînxaneyan hewl dan wesayîtên xwe biparêzin, hin şofêran jî wesayîtên xwe li otoparkên sergirtî park kirin û li benda sekinîna zîpikê man.

Ji aliyê din ve Rêveberiya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê di daxuyaniyekê de ji bo seranserê parêzgeha Amedê hişyariya barîna baranê da.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye pêşbînîkirin ku li deverên bilind şilope û berf bibare, herwiha derbarê lehiyê de hişyarî hatiye dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst