Li Amedê polîsan şahiya 'bûka 15 salî' rawestandin

30-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Sûra Amedê Bûka Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê polîsan bi ser şahiyekê de girtin û şahiya bûkekek 15 salî rawestandin. Polîsan herwiha bi sedema zewicandina zarokeke 15 salî 5 kes desteser kirin.

Li gor nûçeya DHAyê, li navçeya Sûrê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve bi sedema ku zarokek keç dizewicînin polîsan bi ser salona şahiyeke zewacê de girtine û şahî rawestandine.

Tê gotin ku keça 15 salî ji bo ku bizewicînin birine Kuaforê û piştî wê bûk bi otomobîlê birine salona şahiyê. Bûk û zava berî ku bikevin hola şahiyê bi oparasyonekê ji aliyê polîsan ve hatine rawestandin.

Li gor agahiyan, polîsan keça 15 salî ya bûke ya bi navê G.G li gel xwe birine û zavayê bi navê S.S jî di nav de 5 kes desteser kirine.

Polîsan piştî wê G.G ya 15 salî radestî Navenda Zarokan kirine û her 5 kesên desteserkirî jî li Navenda Ewlekariyê lêpirsîn bi wan re berdewam dike.

Kesên ku bo şahiyê hatibûn vexwendin jî piştî ku bi rewşê hesiyane ji holê derketine û belav bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst