Xêrxwaz dibistaneke neh polî ava dikin

30-04-2023
Pêşewa Bextiyar
Xêrxwaz dibistaneke neh polî ava dikin
Xêrxwaz dibistaneke neh polî ava dikin
Nîşan Çemçemal Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahyeya Şoriş a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji aliyê xêrxwazan ve dibistaneke li ser rûbera 3 hezar metre çargoşe tê avakirin.

Mamosteyekî olî ku bi salan e karê xêrxwaziyê dike serpereştiya wê projeyê dike dibêje, dibistan hemû kesên ku xizmeta ol û welat dikin mezin dike, lewma ew xêrkek mezin dikin.

Mamostayê olî Amanc Kanî Beyteşî jî got, “Wek mînak mamostayê olî yê ku li mizgefta kêleka dibistanê weazan dide, divê di dibistanê de mezin bûbe, ji ber vê yekê çawa mizgeft tên avakirin divê dibistan jî bên avakirin, ji ber ku eger em bêjin karê hikûmetê ye alîkariya hejaran û avakirina mizgeftan lê eger neke, divê em çawa mizgeftan ava dikin wiha dibistanan jî ava bikin, ji ber ku ew xêreke bêdawî ye.”

Şêniyên nêzîkî dibistanê, zarok, ciwan û pîr, rojan dihejmêrin ji bo qedandina dibistanê ji ber ku ew ê rêya dirêj a zarokên nêzîktir bike ku biçin dibistanê. Di dibistanê de dê neh pol, qada lîstikê û bexçeyek heye û zêdetirî 300 xwendekar dikarin tê de bixwînin.

Welatiyê taxê Ferhad Elî got, “Zarokên me bi peyatî diçin dibistanê, ew tev dibine herî ji ber baranê û dûriya dibistanê.”

Welatiyekî din ê taxê Ehmed Mihemed jî anî ziman, “Carinan ji ber baranê û xirabiya rê em neçar dimînin pey zarokên xwe bikevin û bibînin ka çi hatiye serê wan. Ev proje pir baş e.”

Li navçeya Çemçemal a ku 7 nahyeyên wê hene, 54 hezar xwendekar li 197 dibistan û avahiyên perwerdeyê dixwînin. Ji bo avakirina avahiyên nû xêrxwaz destên xwe dirêj dikin.

Rêveberê Perwerdehiyê yê Çemçemalê Ebdullah Hemekake Reş ji Rûdawê re got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên dibistanan pêwîstiya me bi 10 avahiyan heye. Piraniya avahiyên me yên din jî pêwîstiya wan bi nûkirinê hene.”

Li Çemçemalê du dibistanên ku nehatine qedandin hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst