Galeriya wêneyan

30-04-2022
15 Photos

Bi hatina  demsala biharê re, parêzgeha Dêrsim a Bakurê kurdistanê, xwe bi gul û çîçekên reng bi reng û  golên avê û sulavên ku bi zelalî diherikin, xemilandiye.

Pulur yek ji navçeya çiyayî ya herî xweş a Dêrsimê ye, bi çiya, daristan, sulav, ajalên kovî û kulîlkên xwe navdar e. Zivistana wê dirêj e û salê 5 mehan serê çiyayên wê yên bilind bi berfe. Niha bi helîna berfê her cih bûne golên avê, ji her cihî av diherike û bi kulîlkan xemilî ye.

Li Bakurê Kurdistanê, Dêrsim bi navçeyên xwe yek ji parêzgehên ku xwediyê jîngeheke herî bedew û dewlemend e. Herwiha xwediyê dîrokeke kevnare û piraniya niştecihên wê Kurdên Elewî ne.

Foto: Sidar Can Eren/AA