Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cejna 1ê Gulanê li qadan tê pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmareke sendîkayên karker û kedkaran û partiyên siyasî dê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li qadan pîroz bikin.

Li gor agahiyan Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyê (DISK) , Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) jî di nav de hejmareke partiyên siyasî dê li Qada Maltepe ya Stenbolê Yekê Gulanê pîroz bikin.

Herwiha Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (Turk-Iş) ku wek sendîkayeke nêzîkî hikûmeta AK Partiyê tê naskirin ragihandiye ku dê 1ê Gulanê taca gulan li Qada Taksimê deyne. Lê Sendîkaya Karê Veguhestinê, Sendîkaya UMUT û Sendîkaya Karkerên Çêkirina Avahiyan (Inşaat-Iş) ku girêdayî DISKê ne ragihandine ku li Qada Taksimê dê mitîngê bikin ku bi salane bo vê qadê rê nayê dayîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihand ku dê Hevseroka partiya wan Pervin Buldan li Stenbolê û hevserokê din Mithat Sancar jî li Enqerê beşdarî pîrozbahiyên 1ê Gulanê bibin.

 Siyasetmedarê Kurd û hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, 9ê Nîsana 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê banga 1ê Gulanê kiribû û  gotibû: “Em derkevin qadan û bila hemû kes bibîne ku dê kî pergalê biguherîne.”

Li gor agahiyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger ya Tirkiyê (DISK) li hejmareke zêde parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê mitîng bên lidar xistin.

Li gor vê yekê li bajarên Tirkiyê:

Stenbol- Qada Maltepe - Demjimêr 13:00

Enqere- Qada Tandogan - Demjimêr 14:00

Izmir – Basmane  - Demjimêr 11:00

Li bajarên Bakurê Kurdistanê:

Amed – Qada Istasyonê -  Demjimêr 10:00

Wan – Parka Musa Anter  - Demjimêr 10:00

Êlih – Parka Ataturk - Demjimêr 11:00

Dêrsim – Qada Seyit Riza – Demjimêr 11:00

Li piraniya welatên cîhanê her sal 1ê Gulanê wek Cejna Karkeran ya Navdewletî li qadan bi awayê mitîngan tê pîrozkirin ku nîşaneya yekîtiya karkeran e. Li Tirkiyê  di 1ê Gulana sala 1977an de di encama midexaleya mitînga li Qada Taksimê 34 kesan canê xwe ji dest dabû.