Li Rihayê qeza: 22 mih jinav çûn

30-04-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza Siwêreg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de 22 ser mihên ajeldarekî ji navçûn.

Di demjimêrên dereng ên şeva borî de li  ser rêya serekî ya Swêreg-Amedê, barhilgireke ku barê wê sotemenî bû, li keriyeke pez da.

Li gor zanyariyan di bûyerê de, 22 ser mihên ajeldarê bi navê F. A ji navçûn. Herwiha ajeldarê navborî dema hewl dida ji bûyerê rizgar bibe û derbasî aliyê din ê rê bibe ketiye û birîndar bûye.

Hat ragihandin ku li ser agahdariyê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û li wir birînên F. A derman kirine. Piştî rakirina termê ajelan ji ser rê trafîk asayî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst