Termê ciwanê Kurd ji Kosovo bo Herêma Kurdistanê tê şandin

30-04-2021
RÛDAW
Nîşan Dilgeş Ebdo Kosovo Herema Kurdistanê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro termê ciwanê ji Kobanî Dilgeş Ebdo, li ser erka ofîsa serok Nêçîrvan Barzanî, ji Kosvo ber bi Herêma Kurdistanê ve tê şandin û wê ji Hewlêrê jî bo Kobanî were veguhestin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, Dr. Dîlawer Ajgeyî ji Tora Medyayî ya Rûdaw re got, ku îro termê Dilgeş Ebdo, li ser erka ofîsa serok Nêçîrvan Barzanî, ji Kosvo ber bi Herêma Kurdistanê ve tê şandin.

Roja 18ê meha Nîsanê, li ser riya di navbera Sirbiya û Kosovo de, otomobîlekê li 2 penaberên Kurd yên ji Kobanî dabû û di encamê de Dilgeş Ebdo ku ji gundê Xizênê ye, di cih de jiyana xwe ji dest dabû û Derwêş Mistefa jî ku jî ji gundê Taşlûgê yê Kobaniyê ye birîndar bibû.

Li ser erkê Ofîsa serok Nêçîrvan Barzanî, termê Dilgeş Ebdo ji Kosovo bo Herêma Kurdistanê tê şandin û wê ji Hewlêrê jî bo Kobanî were şandin û li gundê wî Xizênê were binaxkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst