Cebhet el-Nusre ciwanekî Kurd li Idlibê îdam kir

30-04-2020
 Betal Mistefa Hesen
Betal Mistefa Hesen
Nîşan Cebhet el-Nusre Idlib Ciwanê Kurd Efrîn Betal Mistefa Hesen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Cebhet el-Nusre li Idlibê ciwanekî Kurd darve kirin. Tirkiyê ew dersînor kiribû û radestî çekdarên Nusreyê kiribû.

Li gor zanyariyên Rûdawê, çekdarên Cebhet el-Nusre li parêzgeha Idlibê, ciwanekî Kurd ê bi navê Betal Hesen Hesen ku xelkê bajarokê Şiyê yê ser bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ye, darve kirin.

Hesen Hesen, bavê ciwanê darvekirî ji Rûdawê re ragihand ku kurê wî berî 7 mehan ji aliyê Tirkiyê ve bo Idlibê hatibû dersînorkirin.

Bavê wî ciwanî dibêje, dema ku kurê wî digihêje deriyê Bab El Hewa ji aliyê Cebhet El Nûsre tê girtin û tohmetên bêbingeh arasteyî wî tên kirin û weke "murted" bi nav dikin û diavêjin zindanê.

Hesen Hesen diyar dike, wan hewl dan bi rêya parêzerekê kurê xwe ji zindanê der bixin, lê qebul nekirin kurê wî berdin û duh ji aliyê parêzer ve hatin agahdarkirin ku kurê wî hatiye darvekirin.

Bavê wî ciwanê darvekirî bi rêya Rûdawê bang li saziyên navdewletî kir, zextê bikin ji bo ku Nûsre cenazeyê kurê wî radestî wan bike.

Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo, ku xelkê gundê Şiyê ye, ji Rûdawê re ragihand ew ciwanê Kurd ji aliyê hêzên Tirkiyê ve ji bo Cebhet el-Nusre hatiye teslîmkirin.

Şêxo got, roja Çarşemê Betal Hesen Hesen ji aliyê Cebhet el-Nusre ve li parêzgeha Idlibê hatiye îdamkirin, lê sedema îdamkirinê nehatiye belavkirin.

Li gor zanyariyan wî ciwanê ji Efrînê, li bajarê Îskenderunê kargehek wî hebû lê berî heyamekê ji aliyê Tirkiyê ve bi tohmeta ku peywendiya wî li gel YPG û îstîxbareta Sûriyê heye, bo devera Idlibê hatiye dersînorkirin û radestî Cebhet El Nusre hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst