Li Hewlêrê agir bi depoya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ket

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê agir bi depoya Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ket û piştî saetekê agir hat vemirandin. Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê diyar kir ku sedema şewatê û zirar û ziyan heta niha ne diyar in.

 

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şiwan Ebdulqadir di konferansa rojnamevaniyê de ragihand: “Sedema şewatê heta niha ne diyar e, divê lijneyek ji çend efserên jêhatî were pêkanîn, daku em sedema şewatê bizanin û ziraran destnîşan bikin.”

 

Şiwan Ebdulqadir diyar kir: “Şewat li holekê derketiye, hola ku kelûpelên komîsyonê têde bûn, tîmên me agir vemirandin.”

 

Ebdulqadir herwiha eşkere kir: “Li gor zanyariyên me, ti pasevanekî depoyê tine bû, sedema şewatê jî ne diyar e, di nav depoyê de ti sîstemeke agirvemirandinê jî tine ye.”