HUDAPAR: Barzanî ji bo berevanîkirina mafê gelê Kurdistanê gelek ked daye

30-04-2019
RÛDAW
Nîşan HUDAPAR Kurdistan Mesud Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Partiya Doza Azad (HUDAPAR) bi serokatiya Serokê Giştî yê HUDAPARê Ishak Saglam serdana Serok Mesûd Barzanî kir. Şanda HUDAPARê ragihand ku ew agahdar in ku ji bo berevanîkirina mafê gelê Kurdistanê xebat û keda Barzanî hebûye.

 

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê (30.04.2019) li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwazî li şandeke bilind a HUDAPARê re kir ku serok giştî wê partiyê û cîgirê wî û hejmareke endamên rêveberiya partiyê di nav şandê de amade bûn.

 

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serok Barzanî di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewş jiyana gelê Kurd li wî welatî û herwiha pêşhateyên vê dawiyê yên herêmê gotûbêj kirine û şanda HUDAPARê bi kurtî behsa kar, çalakî armancên partiya xwe kirine.

 

Herwiha li gor daxuyaniyê di civînê de şanda HUDAPARê re destnîşan kiriye ku ew dizanin ji bo berevanîkirina mafê gelê Kurdistanê xebat, ked û hewldanên Barzanî hebûye.

 

Di beşeke din a civînê de tekez li xebata siyasî û aştiyane ya gelê Kurd a ji bo mîsogerkirina mafên xwe kirin û herdû alî jî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera xwe de hevrê bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst