Welatên Hevpeyman hewla yekgirtina Hêzên Pêşmerge didin

30-04-2019
RÛDAW
Berpirsên Hêzên Pêşmerge dibêjin, yekxistina hêzan û encamdana reforman pêwîst e.
Berpirsên Hêzên Pêşmerge dibêjin, yekxistina hêzan û encamdana reforman pêwîst e.
Nîşan Kurdistan Hêzên Pêşmerge Hevpeyman Amerîka Almanya Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Projeya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge berdewam e ku Amerîka, Brîtanya û Almanya serpereştiya wê dikin. Berpirsên Hêzên Pêşmerge jî dibêje, yekxistina hêzan pêwîst e û mehane ew bi welatên Hevpeyman re li ser vê mijarê û pêkanîna reforman dicivin.

 

Hêzên Hevpeyman piştgiriya reforman di Wezareta Pêşmerge de dikin, di nav de yekgirtina yekeyên 70 û 80 yên Hêza Pêşmerge, di vê derbarê de projeya reforman a Wezareta Pêşmerge heye û Rêveberiya Reforman li ser karê xwe berdewam e û Amerîka, Brîtanya û Almanya hevkariya projeyê dikin.

 

Hewlên Hevpeymanan bo çaksazî û yekgirtina Hêzên Pêşmerge wiha kiriye ku hêzên 70 yên ser bi YNKê û 80 yên ser bi PDKê hev bigrin.

 

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di vê derbarê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Mehane bi serpereştiya Wezîrê Pêşmerge civînek tê kirin wek Komîteya Bilind a Wezareta Pêşmerge bo serpereştiya birêveçûna karûbarên Pêşmerge.”

 

Cebar Yawer da zanîn ku ew ligel rawêjkarên Amerîkî, Brîtanî û Almanî pêdeçûnê bo 35 xalên reforman dikin. Yawer qala wê yekê jî kir ku ew pêngavên ketine warê cîbicîhkirinê ji elektronîkkirina mûçe, sîstema gihandinê, yekxistina cilûberg, pêdeçûna yasayên peywendîdar û çend babetên din pêk tên.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge got: “Bo vê mebestê em li benda pêkanîna hikûmetê ne daku bi rêya kabîneya nû ya hikûmetê reşnivîsa yasayan bişînin Parlamentoya Kurdistanê. Herwiha me mîlakê lîwayan jî di ber çav re derbas kiriye û dîwan û lîwa bi lîwa organize dikin.”

 

Projeya reforman a Hêzên Pêşmerge ji 35 xalan pêk tê, heta niha 15 xal hatine cîbicîhkirin. Hewldanên Hêzên Hevpeyman bo reform û yekgirtina hêzan, wiha kiriye ku Yekeya 70ê ya ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve û Yekeya 80ê ya ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ve hewl bidin di vê derbarê de xwe biguncînin.

 

Berpirsê Yekeya 80ê Necat Elî derbarê mijarê de ji Rûdawê re got: “Yekxistina Hêzên Pêşmerge pêwîst e, lê hewqasî bi asanî nayê kirin, divê gav bi gav kar li ser were kirin, di vî warî de em ligel Hêzên Hevpeyman jî berdewam di peywendiyê de ne.”

 

Necat Elî da zanîn ku yekeyên 80 û 70ê gîhiştine wê baweriyê ku di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hêzên xwe bikin yek, lê divê bi mekanîzameyeke maqûl kar li ser bê kirin.

 

Hêza Pêşmerge li gor Destûra Iraqê hêzeke yasayî ye û di çaçroveya sîstema berevanî ya Iraqê de cih digire û hêzeke taybet bi Herêma Kurdistanê ye. Li gor maddeyên 111 û 121 ên Destûra Federal a Iraqê, herêm dikarin hêzên ewlekariyê yên taybet bi xwe hebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst