Kursiyê parêzgariya Silêmaniyê navbera YNK û Goranê aloz kiriye

30-04-2018
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Parêzgarî YNK Goran Heval Ebûbekir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartinên Nîsana 2014an, kursiyê Parêzgariya Silêmaniyê nîqaşeke mezin xistibû navbera Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), herdu aliyan jî ew kursî weke heqê xwe didîtin, piştî çendîn civînên herdu aliyan, gihiştin wê rêkeftinê ku kursiyê Parêzgariya Silêmaniyê du sal bi du sal di navbera xwe de bidin dabeş bikin, heta 30ê Nîsana 2018an.

 

Roja duşemê 30ê Nîsana 2018an dema yasayî ya parêzgar û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê bi dawî dibe. Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku du salên yekem kursiyê parêzgariyê di destê wê de bû, wisa dibîne ku mafê wê ye piştî du salan cardin kursiyê parêzgariyê werbigre. Tevgera Goran jî dibêje ku heta hilbijartin neyê kirin, kursî nadin.

 

Serokê Fraksiyona YNKê yê li Encûmena Parêzgeha  Silêmanî Rêkewt Zekî ji Rûdawê re ragihand ku sala 2014an YNK û Goran li ser wergirtina kursiyê parêzgariyê heta dema hilbijartinan li hev kirin, ango ji wê demê ve diviyabû her partiyek salek û 8 meh kursiyê parêzgariyê werbigre, rêkeftin jî weke xwe hat cîbicîkirin û YNK her rojek jî ji dema xwe zêde nekir û li kursî nema, di 30-08-2016an de Aso Feryedûn ragihand ku ji kursiyê parêzgariyê vekişiyaye û Heval Ebûbekir bûye parêzgar. Ji ber vê yekê roja 01-05-2018an ew kursî careke din dibe mafê yasayî yê YNKê.

 

Rêkewt Zekî herwiha got: “Niha ti astengeke yasayî û îdarî di Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê de tine ye, lê ji ber rêkeftina navbera me, em li benda wê yekê ne ku Heval Ebûbekir bi xwe ji kursî vekişe.”

 

Lê belê Endamê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê yê ji Fraksiyona Goranê Xalib Mihemed tekezî li ser berdewambûna Heval Ebûbekir dike û dibêje: “Heta hilbijartin neyê kirin, Goran kursiyê parêzgariyê nade YNKê.”

 

Xalib Mihemed herwiha got: “Di 21-06-2014an de me weke Encûmena Parêzgehê yekem civîna xwe encam da, danûstandinên ji bo kursiyê parêzgar heta meha Sibata 2015an berdewam bûn, di wê demê de jî kursiyê parêzgariyê di destê YNKê de bû, em neaxivîn, niha jî divê kursî yê Goranê be heta hilbijartinan.”

 

Lê belê Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji Rûdawê re ragihand: “Eger li hev bikin, ez amade me dest ji parêzgariyê bikşînim.”

 

Serokê Fraksyona YNK yê li Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê diyar dike ku rêkeftina navbera herdu aliyan di 30ê Nîsanê de bi dawî dibe, ji ber wê yekê 4 bijarde li ber YNKê hene:

 

1 – Danûstandin bikin û rê li berdewambûna Heval Ebûbekir bidin bi beramber.

2 – Parêzgarê berê Aso Feryedûn vegere ser kursiyê xwe.

3 – Encûmena parêzgeh bicive û kesekî bikin parêzgar.

4 – Kesekî ji YNKê bi wekalet bibe parêzgar.

 

Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ku biryara yasayî ya destbikarkirina Heval Ebûbekir derxistibû eşker dike ku ev rêkeftineke navbera YNK û Goranê ye û rêkeftineke partiyan e û hikûmet pê re pabend nabe.

 

Rêveberê Dîwana Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê Dr. Samî Celal ji Rûdawê re ragihand: “Heta ku hilbijartin neyê encamdan, yan Encûmena Parêzgehê bi piraniya dengan kesekî din neke parêzgar, Heval Ebûbekir dê weke parêzgarê rewa yê Silêmaniyê bimîne.”

 

Di hilbijartinên encûmenên parêzgehan de Heval Ebûbekir li ser asta parêzgariyê herî zêde deng bi dest xist ku 241 hezar deng bû, bi vê yekê diviyabû bibe Parêzgarê Silêmaniyê, lê belê ji ber rêkeftina navbera YNK û Goranê di wê demê de, kursiyê Parêzgariya Silêmaniyê ji namzedê YNKê Aso Fereydûn re hat dayîn. Li gor heman rêkeftinê diviyabû di roja 21-08-2016an de Heval Ebûbekir bibe parêzgeha Silêmaniyê.

 

Heval Ebûbekir di civîna Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê de roja 25-08-2016an weke parêzgarê Silêmaniyê hat destnîşankirin, lê heta 05-12-2017an sonda yasayî nexwar û kursî ji aliyê Serdar Qadir bi wekalet hatibû tijîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst