HEWLÊR - 1ê Gulanê bêhnvedana fermî ye

30-04-2018
RÛDAW
Nîşan Roja Cîhanî ya Karkeran Herêma Kurdistanê Bêhnvedan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, herweke salên borî îsal jî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, roja 1ê Gulanê weke bêhnvedana fermî ragihand.  Lê ev bêhnvedan dibistanan venagire.

 

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di peyamekî de ragihand: “Bi boneya Cejna Cîhanî ya Karkeran pîrozbahiyên germ li karkerên Kurdistan û cîhanê dikim. Em hertim dubare dikin, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê palpiştê tevahiya mafên vê çîna kedkar e.”

 

Sefîn Dizeyî da zanîn, ku ji ber vê rojê li hemû sazî û dezgehên hikûmetê roja Sêşemê (01-05-2018) bêhnvedana fermî ye.

 

Dizeyî ragihand, ku ji ber ezmûn û rênimayên taybet ev bêhnvedan Wezareta Perwerde û Wezareta Xwendina Bilind venagire.

 

1ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanê

 

Di sedsalên 18 û 19an de, li Ewropa û Amerîkayê ji ber şert û mercên giran ên kar, karker û kedkaran dest bi rêxistinkirina xwe kirin.

 

Di sala 1884ê de yekîtiya karkerên navnetewî û federasyona karkeran a Emerîkayê ji desthilatdaran daxwaz kirin, ku dema kar kêm bikin û ji bo vê jî 2 sal dem diyar kirin.

 

Di 4ê Gulana 1886ê li bajarê Chicago ya Amerîkayê bi beşdarbûna sendîka û rêxistinên kedkaran û herwiha 80 hezar karkeran, li Qada Haymertê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin. Di dema xwepêşandanê de hêzên dewletê gule berdane xwepêşandêran û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Sendîkaya Karkerên Amerîkayê di kongreya xwe ya 1888ê ya li Saint Louisê de biyar girt, ku heta dema kar nebe 8 demjimêr ew dê her sal di 1ê Gulanê de çalakiyan pêkbînin.

 

Di sala 1889ê de, li Parisê civîna Înternasyonala Duyem hate lidarxistin. Di vê civînê de roja 1ê Gulanê weke Roja Cîhanî ya Karkeran hate ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst