Tirkmen û Xiristiyanên Silêmaniyê bê lîste û namzed in

Silêmanî (Rûdaw) – Ji bo hilbijartina vê carê ya Parlamentoya Iraqê, li Silêmanî û Germiyanê bi navê Tirkmen û Xiristiyanan ne ti lîste û ne jî namzed hatine destnîşankirin. Herdu kêmîne jî dibêjin, ku “mafên wan hatiye xwarin.”  

 

Dîroka nîştecîbûna Tirkmenan li parêzgeha Silêmanî û herêma Germiyanê kevn e. Siyaseta “Bierebkirinê” û veguhestina bi darê zorê ya bi ser Kurdan hatiye sepandin, Tirkmen jî kirine perçeyeke vê çîrokê.

 

Parlamenterê Bereya Tirkmenî yê Parlamentoya Kurdistanê Aydîn Merûf dibêje, dîroka Tirkmenên li navçeya Kifrî vedigre salên pir kevn lê nîştecîbûna Tirkmenan li Silêmaniyê piştî salên 1950yan e.

 

Derbarê hejmara Tirkimenên  Silêmaniyê de amarên fermî nînin lê berpirsên Bereya Tirkmenî dibêjin, ku nêzîkî 200 malbatên Tirkmen li wî bajarî hene.

 

Herwiha tê gotin, ku li navçeya Kifrî 5 hezar Tirkmen hene û li Kelarê jî 20 malbatên Tirkmen dijîn.

 

Namzedê Tirkmen nîne

 

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ya sala 2013ê de Bereya Tirkmenî namzedek destnîşan kir lê di pêşbirka hilbijartinê de sernekeft û nekarî bibe parlamenter.

 

Aydin Merûf diyar kir, ku wan xwestiye îsal jî li Silêmaniyê namzedekî diyar bikin lê pêre negihiştine û ji lewra jî ne lîste û ne jî namzedek destnîşan nekirine.

 

Berpirsê Bereya Tirkmenî yê Kîfrî Şahîn Turkmenoglu di vê mijarê de got: “Me li Kifrî ji bo namzediyê 2 kes diyar kir lê pirsgirêka bawername û mercên komîsyonê derketine pêş. Lewma em negihitşin li pey namzedên din bikevin. Me hewl da li Silêmaniyê jî kesekî diyar bikin ew jî negunciya.”

 

Serokê Fraksiyona Hewlêrê ya Tirkmenan li Parlamentoya Kurdistanê Mecid Bazirgan di wê baweriyê de ye, ku li bajarên Kurdistanê çêkirina lîsteyan “ji bo Tirkmenan bi xwe stemkarî ye.”

 

Macîd Bazirgan ji Rûdawê re ragihand: “Ne tenê li Silêmanî û Germiyanê, li Hewlêrê jî divêya bereya Tirkmenî lîste nedanîba. Ji ber ku em dizanin ew hinde dengan nastînin û ev jî dibe şikestin ji bo Tirkmenan. Li Kerkûkê Tirkmen dikarin lîste û namzedan diyar bikin lê li Kurdistanê ew hêz û dengderên wan nîne, ku bikarin parlamenterekî derbixin.”

 

Rewşa Xiristiyanan jî heman awayî ye

 

Li bajarê Silêmaniyê herweke Tirkmenan ti lîste û namzedeke Xiristiyanan jî nîne.

 

Di hilbijartinên 2014ê yên Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê de ji bo Xiristiyanan kota hate danîn. Lê di vê hilbijartinê de ew kota nebû. Lewma Xirisitiyanên Silêmanî dibêjin, “mfên wan hatiye xwarin.”

 

Serokê Hevbendiya Kildanî li Silêmaniyê Sermend Eman Yas ji Rûdawê re got: “Tenê Xirsitiyanên li Silêmaniyê bê kota û bê par in. Partiyan ji me xwestin em namzedan destnîşan bikin da ku dengên xwe bidin wan.”

 

Dîroka Xiristiyanên Silêmaniyê vedigre salên serdema Îbrahîm Paşa û salên avabûna vî bajarî.

 

Li gorî serjimêriya Hevbendiya Kildanî li Silêmaniyê 230 malbatên Xiristiyan dijîn û hejmara wan zêdetirî hezar kesan e.

 

Beşek ji Xiristiyanên bajêr deng didin partiyên Kurdî, lê beşek jî dibêjin, ji ber partiyên Kurd wan piştguh dikin ew jî êdî hizra wê yekê dikin ku bi riyên din parlamenteran bişînin Parlamentoya Iraqê.