Berwarî: Eger Ebadî neyê Duhokê em qebûl nakin

30-04-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin Nesr Heyder Ebadî Nasir Beg Berwarî
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Nasir Beg Berwarî ku li Duhokê serokê lîsteya Heyder Ebadî ye, sedema betalbûna serdana Ebadî bo Duhokê eşkere dike û dibêje ku bernameyeke birêkûpêk nehatibû amadekirin, ji ber vê yekê serdan nekir. Herwiha diyar dike: “Eger Ebadî serdana Duhokê neke, em qebûl nakin. Çimku bandor li ser dengdanê dike.”

 

Nasir Beg Berwarî li ser sedemên betalbûna serdana Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Nesr Heyder Ebadî, bersiv da pirsên Rûdawê:

 

Çima Heyder Ebadî serdana Silêmanî û Hewlêrê kir, lê nehat Duhokê?

 

Berî hatina Ebadî bo Hewlêr û Silêmanî biryar bû serdana Duhokê jî bike, lê roja ku serdana Hewlêrê kir, em hatin agahdarkirin ku lijneyek dê were Duhokê daku bernameyeke ji Silêmanî û Hewlêrê baştir amade bikin, ji ber vê yekê serdan paş ket.

 

Gelo lijneyê bernameyeke ji Hewlêr û Silêmaniyê cuda amade kir?

 

Du roj berê lijneyek ji Bexdayê hate cem me û me bernameya serdanê gengeşe kir, lê biryareke dawî li ser hatina wî nehat dayîn.

 

Ebadî dê çi wext serdana Duhokê bike?

 

Biryar e ew lijne careke din jî were Duhokê û em bernameyeke baş amade bikin, ji ber vê hêj nediyar e dê çi wext were, yan jî neyê.

 

Gelo nehatina Ebadî dê bandor li ser dengên we neke?

 

Eger neyê bandoreke mezin dê li ser dengên me bike, lewma em qebûl nakin ku biçe hemû bajarên Kurdistan û Iraqê û neyê Duhokê, lewra niha xelk li ser vê yekê tinazên xwe bi me dikin û dibêjin kanî Ebadî?

 

Tê gotin ku Ebadî ji tirsa berteka xelkê serdana Duhokê nake?

 

Na, tenê ji ber wê yekê bû ku bernameyeke baş ji bo serdanê nehatibû amadekirin.

 

Gelo hûn ê li Duhok deng bi dest bixin?

 

Em ê gelek deng bi dest bixin, bi taybetî eger Ebadî serdana Duhokê bike em ê du kursî bi dest bixin.

 

We ji bo bangeşeya hilbijartinan çi qas pere wergirt?

 

Her namzedek 4 hezar dolar, soz dane ku pereyên din jî bişînin, em li bendê ne ku bişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst