Zana Rostayî: Divê Kurd bi yekdengî biçin Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) – Berbijêrê hejmar 1 ê lîsta Komela Îslamiya Kurdistanê li Hewlêrê yê ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê, Zana Rostayî bi pêwîst dizane, ku piştî ragihandina encamên hilbijartinên meha dahatî, aliyên kurdistanê bi yekdengî biçin Bexdayê.

 

Zana Rostayî îro Duşemî beşdarî bernameya “Guftûgoyî Rojnamenûs” a Radyoya Rûdawê bû û derbarê hilbijartinên parlamentoya Iraqê û çawaniya beşdariya Kurd di wan hilbijartinan de axivî.

 

Zana Rostayî ragihand, Kurd niha di qonaxeke zehmet de ye û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê jî ku di destûra herdemî ya Iraqê de hatine çespandin, di metirsiyê de ne.

 

Rostayî got, her ji ber wê jî yekrêziya Kurd zêdetir ji her demekî din giring e û pêwîst e.

 

Di berdewamiya vê goftûgoyê de, Zana Rostayî destnîşan kir: “Hêz û giranî û pêgeha Kurd di nava dewleta Iraqê de rastî erdhejeke mezin bûye û divê ziyan di vê asta niha de rawestin û em hewl bidin ku em li Bexdayê xwe bigrin, wate eger paş hilbijatinên bihorî carekê pêwîst bûbe ku Kurd bi tîmekê vegere Bexdayê, vê carê du caran pêwîst e ku Kurd bi tîmekê vegerin Bexdayê.”

 

Di bersiva vê pirsyarê de ku kê/î divê destpêşxeriyê bike, ji bo ku aliyên Kurdî bi yekdengî biçin Bexdayê, Rostayî diyar kir: “Dibe ku hêzên sereke wê yekê bikin, wate ewên ku piraniya kursiyan bi dest dixin.”

 

Zana Rostayî tekez kir, Komela Îslamî li gel wê yekdengiyê ye û ti caran ji ti pêngaveke netewî û niştimanî paş neketiye.