Galeriya wêneyan

30-04-2018
10 Photos
Hejar Jawhar

Hewlêr (Rûdaw) – Tirs ji saxtekariya di hilbijartinên Iraqê de bûye mijareke germ di navbera aliyên siyasî yên wî welatî de, lê belê li gel wê çendê jî lîstên aliyên opozisyonê daxwaz ji xelkê dikin ku beşdarî di dengdanê de bikin. Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê jî ji bo hilbijartinên îsal amûrek elektronî bo dengdanê amade kiriye.

Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro Duşemî têsta dengdana elektronî li Hewlêrê jî pêk anî. Têst anku ceribandin ji aliyê karmendên komîsyonê û hejmarek ji welatiyan ve hat encamdan.

Komîsyona Bilinda Hilbijartinên Iraqê heyama çend mehan e ku behsa bikaranîna amûrên elektronî bo dengdana di hilbijartinên xûla çarem a hilbijartinên vî welatî dike û dibêje: “Ew amûr bi bileztirîn dem ku naguhîje du saetan û herwiha bi şaşiyeke nêzîkî sifrê, encamên hilbijartinan aşkere dike.”

Her îro li Silêmaniyê jî komîsyonê amûrên dengdana elektronî ceribandin.

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, ku kompaniya Mero Systems a Koreya Başûr 59 hezar û 800 amûrên dengdana elektornî bi buhayê 100 milyon dolarên amerîkî dane Iraqê.