Leşkerên Tirkiyê 2 welatiyên Girê Sipî birîndar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Girê Sipî yê Rojvayê Kurdistanê leşkerênTirkiyê pîrejinek û mêrek bi guleyan birîndar kirin.


Çavkaniyekê ji Girê Sipî ragihand ku cendirmeyên Tirkiyê li sînorê raserî Girê Sipî, pîrejinek û mêrek bi guleyan birîndar kirin.


Çavkaniya xwecihî nîşan bi wê yekê da ku van herdu welatiyan kar li nav zeviyê xwe yê çandiniyê dikir, lê bi sedema nêzîkbûna wan ji sînor, leşkerên Tirkiyê gule berdane wan û ew birîndar kirin.


Li gorî zanyariyan, pîrejina bi navê Dendî Reşo, di lingê xwe de birîndar bûye û welatiyên bi navê Xelûf Mihemed el-Îsa di destê xwe yê çepê de birîndar bûye. Ew herdu jî ji gundê el-Esel ê ser bi nahiyeya Silûk in.


Welatiyan herdu birîndar veguhastin nexweşxaneya Girê Sipî û çareseriya tendirustî ji wan re hate kirin. Li gorî gotina bijîşkan, aniha rewşa wan baş e.