Neqşîbendî piştgiriyê didin “Renca Şehîdan”

 

Hewlêr (Rûdaw) – Terîqeta Neqşîbendiyan piştgirî da kampanyaya Renca Şehîdan (Keda Şehîdan)  a Rûdawê.

 

Serkirdeyê Terîqeta Neqşîbendiyan Şêx Mûhsîn Miftî ji Rûdawê re diyar kir ew piştgiriyê didin hemû hewldanên ji bo feqîran û wiha got: “Em piştiriya kampanya Renca Şehîdan dikin û em ji wan re diayan dikin. Rûdawê bi vê hewldanê karek xêr kiriye.”

 

Şêx Mûhsîn Miftî amaje kir divê kanalên din jî weke Rûdawê kampayayan bidin destpêkirin û wiha domand: “ Kesên ku bixwazin xêra bikin dikarin bi vê sayê bigihîjin armanca xwe. Alîkariyên tên komkirin divê bi kesên bibawer radestî malbatên şehîdan bibin.”

 

Kampanyaya Renca Şehîdan (Keda Şehîdan)  a Rûdawê şeva 25ê Nîsana îsal di bernameya Legel Ranj a Rûdawê dest pê kir. 

 


Ji bo alîkariyên ji Herêma Kurdistanê û Iraqê:


Banka: Banka Kurdistan Navneteweyî


Nav: RanjiShahidan


Hesab: 2222


Ji bo alîkariyên ji derve:


Banka: Banka Kurdistan Navneteweyî (Kurdistan International Bank)


Swift: KIBIIQBA


IBAN: IQ01KIBI2222


Hesab: RanjiShahidan