Kurdên Xurasana Bakur gazindan dikin

 

Navenda Nûçeyan - Kurdên Xurasana Bakur ku hejmara wan zêdetrî milyonek kesan li 200 gundan e, ji ber nebûna xizmetguzariyan gazindan dikin.

 

Kurdên Xurasana Bakurî dibêjin cudahî di navbera deverên kurdan li wê parêzgehê bi deverên neteweyên din re heye.

 

Herwiha nebûna dibistanan jî pirsgirêkeke din e ku xelk rastî wê tên.

 

Gelek gundiyên kurd heya niha ji ber van kirîzan, berên xwe dane bajarên Xurasana Bakurî.

 

Ew dibêjin mesrefên ku li mizgeftan tê kirin, eger bi qasî nîva wê ji bo pêşxistina deveran bûya, wê demê ew rastî wan kirîzan nedihatin.