Jibilî YNKê partiyên din ên Başûr ditirsin li Silêmaniyê sextekarî bê kirin

30-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Hat zanîn, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê ditirsin li parêzgeha Silêmaniyê di hilbijartinan de sextekarî were kirin.

Îro li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encumenên parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pêkir. Dengan dê heta 6ê êvarê bidome.

Lê li parêzgeha Silêmaniyê, PDK, Tevgera Gorran, Komel û Yekgirtû di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, li Silêmaniyê hewl tê dayîn di hilbijartinan de sextekarî bê kirin ji ber ku li hinek cihên denganê pêşiya sextekariyê hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, partiyên han ji çavdêrên hilbijartinan dixwazin miqatî hilbijartinanê û sindoqên denganê bibin da ku hilbijartin bi awayekî pak û zelal were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku eger sextekarî û binpêkirinek were kirin wê çaxê nûnerê Komîsyona Hilbijartinan li Silêmaniyê berpirsê vê rewşê ye, çimkî beriya niha komîsyon hatiye hişyarkirin lê wisa xuya ye ku komîsyon erkên xwe di vî warî de bicîh nahîne.

Di daxuyaniyê de navê YNKê derbas nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst