Proseya dengdanê li Başûrê Kurdistan û Iraqê berdewam e

30-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Proseya dengdanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê îro saet 7ê sibehê bi dema Hewlêrê destpêkir û wê saet 6ê êvarî bi dawî were.

Di van hilbijartinan de wê hemwelatiyên Başûrê Kurdistan nûnerên xwe di Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehan de hilbijêrin, herwiha hemwelatiyên din ên Iraqê wê nûnerên xwe ji bo parlamentoyê hilbijêrin.

Di hilbijartinên vê carê de zêdeitîr 20 milyon hemwelatiyên Iraqê wê 328 nûnerên xwe ji nav 9 hezar û 39 namzedên ji bo Parlamentoya Iraqê hilbijêrin.

Li Başûrê Kurdistanê, li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 125 hezar kes, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 52 hezar û 596 kes û li parêzgeha Duhokê jî 641 hezar û 463 kes mafê wan heye deng bidin.

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku di 21ê îlona 2013an de hatin kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pileya yekem, Tevgera Gorran pileya duyem, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pileya sêyem, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pileya çarem û Komela Îslamî ya Kurdistanê pileya pêncem bi dest xistin.

Ji sala 2005an ve ev yekemîn hilbijartinên encûmenên parêzgehan e li Başûrê Kurdistanê tên kirin.

Çavdêrên siyasî yên Iraqê pêşbînî dikin di van hilbijartinan de nexşeya siyasî li Iraqê bê guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst