Barzanî: Divê mafên karkeran li Herêma Kurdistanê misoger bibe

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekî de bi helkefta roja karkerên cîhanê diyar kir, divê mafên karkeran bê misogerkirin û haya herkesî ji wan hebe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi helkefta 1ê Gulanê roja karkerên cîhanê peyamek belav kir û ragihand, pişka herî zêde ya  avedankirina welat ketiye ser milê karkeran, westandin û fedakariya wan dibe sedem ku çînên din ên civakê asûde bijîn û wiha axivî: “Ji ber wê jî divê haya me hemûyan ji karkeran hebe û piştevaniya mafên wan bikin.”

Mesûd Barzanî xwest ku mafên karkeran li Herêma Kurdistanê bê misogerkirin û wiha anî ziman: “Hê jî rewşa jiyana karkeran negihîştiye asta pêwîst. Heta niha jî li gelek deverên cîhanê karker tên serkutkirin û piştguhxistin. Herçiqas em Kurdistanî xwedan kulturekî dewlemend in di dîtina ked û westandina karkeran de lê divê parlamento û hikûmet bi derxistina qanûnên pêwîst zêdetir xizmeta karkeran bikin û sendîkayên karkeran jî li ser hewlên xwe berdewam bin ji bo cîbicîkirina mafên karkeran û baştirkirina rewşa jiyana wan û ji hemûyan girîngtir dabînkirina mafê bîme û tenduristiya wan.”

Derheqê mafên karkerên biyanî yên li Herêma Kurdistanê de jî Barzanî wiha diyar kir: “Ez ji hemû aliyên pêwendîdar û welatiyên ezîz dikim ku mafên karkerên biyanî yên li Herêma Kurdistanê biparêzin û piştevaniya wan bikin.”

Li ser wateya roja 1ê Gulanê de jî serok Barzanî wiha anî ziman: “Roja han bûye nîşaneyek dîrokî ji bo parastina mafên karkeran û şerê li dijî serkutkirina wê çîna karîger a civakê. Bi hêviya ku welatê me bigihîje qonaxekî ku ji serkutkirin û bêedaletiyê dûr be û maf û daxwaziyên karkeran misoger bibe.”