ENKS: Emê hêzek çekdar ava bikin
Hewlêr (Rûdaw) – Encuemena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) biryar da hêzek çekdarî pêk bîne. Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cuma jî diyar kir ku eger PYD vê biryarê qebûl neke wê demê “PYD rewşê ber bi şerê navxweyî ve dibe”.
Partiyên endamên ENKSê îro (30.04.2013) li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê civiyan. Di civînê de Partiya Pêşverû amade nebû.
Derheqê naveroka civînê de sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cuma ji Rûdawê re diyar kir, di civînê de biryar hat dayîn ku hêzek çekdar a ENKSê bê avakirin.
Cuma ragihand ku dê biryara han ji PYDê re jî rabigihînin û dê ji wê partiyê bixwazin ku vê yekê qebûl bike û wiha anî ziman: “Emê komîteyeke hevbeş pêk bînin ku hêza çekdar a ENKS ê û hêza çekdar a PYDê (YPG) birêve bibe.”
Sekreterê Partiya Azadî destnîşan kir ku eger PYD vê yekê qebûl neke wê demê îhtimal heye ku li rojavayê Kurdistanê şerê navxweyî rû bide.
Mistefa Cuma her wiha ragihand ku ji bo rêveberina karûbarên gumruk û xizmetguzariyê jî dê komîteyek hevbeş bi PYDê re pêk bînin.
Li gorî agahiyên Mistefa Cuma, çend rojên din nûnerê PYDê dê serdana Hewlêrê bike û ewê van biryarên nû yên ENKSê ji wan re ragihînin.