Sedî Pîre: Piştî cejnê postên kabîneya nû dê werin diyarkirin

30-03-2025
RÛDAW
Nîşan Sedî Ehmed Pîre YNK PDK Avakirina Hikûmetê Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Pîre ragihand ku piştî cejnê dabeşkirina postên kabîneya nû dê werin diyarkirin.

Sedî Ehmed Pîre, ji Rûdawê re got, "Mijarên girîng ên wezaretan û rêbaza hevpariyê û giliyên her du aliyan hatin çareserkirin, piştî cejnê jî mijara dabeşkirina postan dê werin diyarkirin û di nivîsandina reşnivîsê de gihîştine qonaxa dawî."

Berdevkê YNKyê got, "Em ji pêkanîna hikûmeta nû pir nêzîk in, armanca me pêkanîna hikûmeteke çalak e, çimkî ji bo misogerkirina aramî û seqamgîriya welat tenê hikûmet dikare temamkera hemû gavên siyasî be .”

Sedî Ehmed Pîre behsa roja yekem a Cejna Remezanê jî kir û got:

Ji bo diyarkirina roja yekemîn a Cejna Remezanê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de yekrêzî hebûya.

Pêwîst bû ji aliyê komîteyek bêalî li Mekkeyê roja yekemîn a cejnê diyar bibûya, ne siyasî bûya."

Li aliyê din Endamê Polîtburoya PDKyê Serbest Lezgîn diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê nêzîkbûneke baş di navbera PDK û YNKyê de heye û dê di demeke nêzîk de hikûmet were avakirin.

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîna a 2024an hat lidarxistin PDKyê bi 39 kursiyan zêdetirîn kursî bi dest xistin.

 Piştî wê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 23 kursî û li dû wê jî Nifşê Nû 15 kursî bi dest xistin.

Heta niha bilî civîna Komîteya Teknîkî û şandeya danustandinê ya her du aliyan ji bo avakirina hikûmetê, du caran Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî civiyane.

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî piştî civîna 16ê Adarê ji rojnamegeran eşkere kiribûn ku civîn "erênî û pir baş" derbas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst