Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyê Îraqî Ebdullah Elî Hesenê ku berê 3 kes kuştibûn û doh bû sedema mirina polîsekî.
Li gorî zanyariyên Rûdawê Ebdullah Elî Hesenê ji Îraqê ku salên dirêj e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijî berê di demên cuda de li Cizîrê kesek û li Rihayê jî 2 kes kuştin û ji ber wê biryara girtina wî hatibû dayîn.
Şeva borî 29ê Adarê li navenda Rihayê dema polîsekî xwest wî desteser bike di navbera wî û polîsê bi navê Mesut Acar de alozî derket û rewşa tenduristiyê ya Acar têk çû û mir.
Ebdullah Elî Hesenê piştî mirina polîs ji cihê bûyerê reviya derengiya şevê li taxa Baglarbaşiyê ya Rihayê di malekê de hat girtin.
Tîman ew bir Birêvebiriya Ewlehiyê ya Rihayê.
Derbarê Ebdullah Elî Hesen berê jî bi hinceta kuştina 3 kesan biryara girtinê hebûye.
Her wiha hat zanîn Ebdullah Elî Hesenê nasnameya Tirkiyeyê wergirtiye.
Polîs Mesut Acarê 33 salî yê ji Mûşa Bakurê Kurdistanê û dê li navçeya Dêrxasê ya Mûşê were veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse