Serbest Lezgîn: Di demeke nêzîk de dê hikûmet were avakirin

30-03-2025
RÛDAW
Serbest Lezgîn\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Serbest Lezgîn\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Cejna Remezanê PDK YNK Avakirina Hikûmetê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya PDKyê Serbest Lezgîn diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê nêzîkbûneke baş di navbera PDK û YNKyê de heye û dê di demeke nêzîk de hikûmet were avakirin.

Endamê Polîtburo û Berpirsê Ofîsa Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Dihokê Serbest Lezgîn got, "Ji bo avakirina hikûmetê nêzîkbûneke baş di navbera PDK û YNKyê de heye

Di meha nîsanê de tiştên baş dê bibin û di demeke nêzîk de kabîneya dehem a hikûmetê dê were avakirin."

Serbest Lezgîn, piştî nimêja Cejna Remezanê di konferansa rojnamegeriyê de behsa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê kir û got, "Bêguman ev çandeke me ya kevnar e, pêkvejiyan û lêborîn xaleke xurt a Kurdistanê ye û bi xwe rêbazek e û em hemû li ser wê diçin."

“PDK û YNK gelekî nêzîkî hevdû bûne”

Endamê Polîtburoya PDKyê bersiva pirsa rojnamevanan a derbarê avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da.

Lezgîn da zanîn ku di navbera YNK û PDKyê de nêzîkbûneke zêde heye û rêkeftineke baş hatiye kirin.

Zêdetirî pênc meh in hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatiye kirin lê heta niha kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye avakirin.

Serbest Lezgîn behsa avakirin hewlên hikûmetê kir û got, "Înşala di meha Nîsanê de tiştên baş dê bibin, di demeke nêzîk de kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê were avakirin."

Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîna a 2024an hat lidarxistin PDKyê bi 39 kursiyan zêdetirîn kursî bi dest xistin.

 Piştî wê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê 23 kursî û li dû wê jî Nifşê Nû 15 kursî bi dest xistin.

Heta niha bilî civîna Komîteya Teknîkî û şandeya danustandinê ya her du aliyan ji bo avakirina hikûmetê, du caran Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî civiyane.

Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî piştî civîna 16ê Adarê ji rojnamegeran eşkere kiribûn ku civîn "erênî û pir baş" derbas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst