AMED - Avakirina Nexweşxaneya Bajêr berdewam dike: Nexweşxane dê rojane 10 hezar kesî tedawî bike

30-03-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nexweşxaneya Bajêr a Amedê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nexweşxaneya Bajêr a Amedê\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed Nexweşxaneya Bajêr Bakurê Kurdistanê
A+ A-

AMED (Rûdaw) - Bajarê Mezin a AmedêAvakirina Nexweşxaneya Bajêr a Amedê ev çend sal in di rojevê de ye û gelek caran bû sedema nakokiyan.

Berpirsên projeyê dibêjin ev nexweşxane wê karibe rojane xizmeta tenduristiyê pêşkêşî 10 hezar nexweşan bike.

Nexweşxane ji hezar doşekan pêk tê û ji sedî 80yê wê jî temam bûye li gotina xwediyê prpjeyê dê herî dereng sala 2026an proje temam bibe.

Dê li Nexweşxaneyê, Navenda Şopandina Zarokan, Tiba Nukleer, Navenda Fîzîk û Rehabîlîtasyonê, Navenda Nexweşiyên Jin û Zarokan û odeyên taybet jî hebin.

Maşallah Dekak raporek li ser nexweşxaneyê amade kiriye û behsa hûrgiliyên wê nexweşxaneyê dike.

“Odeyên me yên taybet dê hebin”

Berpirsê Kompanyaya Lêkirina Nexweşxaneyê Unal Berat Baylan got:

“Nexweşxaneya me dê ji hezar doşekan pêk bê. Di nava vî hezar textî de Navenda Şopandina Zarokan, Tiba Nukleer, Navenda Dermankirina Fîzîk û Rehabîlîtasyonê, Navenda Nexweşiyên jin û zarokan jî dê hebin.

Odeyên me yên taybet dê hebin.

Ev nexweşxane dê sûdeke pir baş bide bajarê me. Navendên emeliyatê, navenda nexweşiyên giran û 252 polîklînîk jî dê hebin.

Ev nexweşxane dê xizmeteke baş û bêhempa bide bajêr.”

Nexweşxaneya Bajêr li ser 260 hezar metre çargoşeyî tê avakirin.

Li gorî berpirsên projeyê nexweşxane dê herî dereng di dawiya sala 2026an de biqede. Nexweşxane dê ji 250 polîklînîkan pêk bê.

“Me di 6 mehan de ev avahî lêkirin”

Midûrê Projeya Nexweşxaneyê Erkan Sayin jî li ser nexweşxaneyê wiha got:

Di binê axa vê derê de hûn dizanin kevirên herî hişk û qayîm hene. Kevir û zinarên bazaltê. Salek tenê em bi teqandina van kevir û zinaran re mijûl bûn. Me 18 metre kola.

Piştre me îzoletoran anî. Heta me îzoletoran anî 6 meh derbas bû. Me di nava 6 mehan de ev avahî lêkirin.

Hûn dizanin heta îzoletor nebe hûn nikarin derkevin jorê. Piştî ku me ew danî, di nava 6 mehan de me ev qas xebat kir.”

Di projeya nexweşxaneyê de rojane 750 karker dixebitin. Tê texmînkirin ku ev nexweşxaneya mezin ji aliyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve bi merasimeke fermî bê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst