Li Semsûrê qeza: 11 kes birîndar bûn

Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêniyê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, di encama qezayê de 11 kes birîndar bûn.

Otomobîla ku Z.G diajot û otomobîla ku K.A diajot li navçeya Bêsniyê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê ekîbên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 11 kesên di qezayê de birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.