Li Qersê 2 otomobîl li hev qelibîn: 2 mirî, 5 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersê, 2 otomobîlan li hev qelibîn û di encamê de 2 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî li nêzîkî gundê Qerehemzeyê 2 otomobîlan li hev qelibîn.
Di qezayê de Îsmet Doganê 42 salî û Murat Can Çinar mirin û Erdem Zencî, Yusuf Dere, Muhammed Salîh Zencî, Ahmet Zencî û Volkan Aslan bi giranî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên AFADê, hêzên ewlehiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Birîndarên di otomobîlan de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin û tîman ew birin nexweşxaneyên Selîmê û navenda Qersê.
Hat zanîn rewşa tenduristiyê ya her 5 birîndaran giran e.