Medyaya PDK-Syê: Rojnamegerê Kurd li Girkê Legê hat revandin

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan Rakan Ehmed Rojnameger Girkê Legê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnamegerekî Kurd li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hat revandin.

Medyaya nêzîkî PDK-Syê jî ragihand ku ew rojnameger ji aliyê grûpeke nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hatiye revandin.

Rojnamegerê Kurd Rakan Ehmed ji aliyê grûpeke çekdar ve li bajarê Girkê Legê yê Dêrikê hat revandin.

Medyaya nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyeyê (PDK-S) ragihand:

“Rojnameger Rakan Ehmed ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PYDyê ve dema fitarê hat revandin û wan Ehmed bir cihekî nediyar.”

PDK-Syê da zanîn ku Rakan Ehmed endamê wan e.

Li gorî medyaya nêzîkî PDK-Syê, Rakan Ehmed di dema revandinê de rastî lêdanê hatiye û wan kesan dest daniye ser laptop û telefona wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst