Dêr tê firotin: Li parlamentoyê bûye rojev

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hefîkê ya Sêwazê dêra Ermenan dan ber firotinê.

Parlamenterê DEM Partiyê George Aslan firotina dêrê anî rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê.

Dêra Ermenan a bi navê Surp Garabet ji aliyê xwediya dêrê Hatîce Akayê ve li beramberî 16 milyon lîreyên Tirkî dan ber firotinê.

Şêwirmendê emlakê Vahap Yildiz di derbarê îlana firotinê de got, “Tapoyê dêrê heye û ti astengî li ber firotina wê xuya nakin.”

Yildiz wiha berdewam kir:

“Em texmîn dikin ku dêra me di sedsala 19an de hatiye avakirin. Berê li vir nêzikî 3 hezar Ermen dijiyan.

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de Ermenên vê derê di serî de Amerîka, koçî welatên cuda kiriye.

Dêr ji wê rojê pê ve vala me ye. Me ev dêr daye ber firotinê. Xwediya dêrê pêwendî bi me re danî û xwest dêr bê firotin."

“Ti astengî li ber firotina wê xuya nakin”

Şêwirmendê emlakê Vahap Yildiz herwiha anî ziman:

"Tapoyê wê heye û ti astengî li ber firotina wê xuya nakin. Dêr wekî Sermayeya Çandî ya Neguhêzbar a Koma 1ê ku divê were parastin hatiye tomarkirin.

Me ji îro ve ew daye ber firotinê û em 16 milyon lîreyên Tirkî dixwazin.

Ev der demeke dirêj wekî dêr hatiye bikaranîn. Ev der piştre wekî kadîn hatiye bikaranîn.

Piştî îlana me li xwediyê xwe yê nû pîroz be. Sêwaz bajarê şaristaniyê ye.”

Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) George Aslan derbarê mijarê de pêşniyazpirsek pêşkêşî parlamentoyê kir.

George Aslan tekez kir ku ew li Tirkiyeyê gelek caran rastî firotina dêran tên.

Aslan bi bîr xist ku çend sal berê kesekî li ser înternetê Dêra Mor Yuhanaya Suryanan a li navçeya Artukluyê ya Mêrdînê dabû ber firotinê.

Herwiha Aslan diyar kir ku li dêreke Ermenan a Bursayê jî rewşeke bi vî rengî hatiye dîtin.

Parlamenter George Aslan got ku firotina dêr û manastirên ku ji bo Xirîstiyanan pîroz in dilê welatiyên Xirîstiyan dişikîne.

Herwiha Aslan tekez kir ku astengkirina firotina dêr û manastiran û parastina wan berpirsyariya desthilatê ye.

“Tapoyê dêrê çawa ket destê şexsan?”

Parlamenterê Mêrdînê George Aslan ev pirs ji Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy kir:

"Wekî ku di çapemeniyê de xuya dike agahiya we heye ku dêr li ser înternetê tê firotin?

Gelo îdiaya tapoyê dêra navborî ya şexsî ye rast e? Eger rast be di bin kîjan şert û mercan de tapoyê dêrê qulibiye ser navê wê şexsê?

Tapoya çend dêr û manastiran di destê wezareta we de ne? Di serdema desthilatdariya AKPyê de hejmara dêr û manastirên ku tapoyê wan ketiye destê şexsan û dane ber firotinê çend in?

Ji bo ku ji aliyê kesan ve rê li ber firotina dêr, manastir û cihên din ên ol û baweriyan bê girtin ti xebateke we heye?

Ji bo ku Dêra Surp Garabet û dêr û manastirên ku tapoyên wan bi heman awayî ketiye destên şexsan li xwediyên wan vegerînin ti xebatên we hene, dê hebin?