RIHA - Di navbera 3 partiyan de rikeberiyeke tund: ‘Pêwîst nake ku em gotinên zêde bikin’

30-03-2024
RÛDAW
RIHA - Di navbera 3 partiyan de rikeberiyeke tund: ‘Êdî pêwîst nake ku gotinên zêde bikin’
RIHA - Di navbera 3 partiyan de rikeberiyeke tund: ‘Êdî pêwîst nake ku gotinên zêde bikin’
Nîşan Riha Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Rihayê yek ji wan bajaran e ku rikeberiyeke tund li ser Şaredariya Bajarê Mezin heye.

DEM Partî, Partiya Yenîden Refahê û AK Partî rikeberiya hev dikin.

Berbijêrê DEM Partiyê siyasetmedarê kevn û bi ezmûn Celalettîn Erkmen e ku 40 sal in di nav siyaseta Kurdî de ye û di pêvajoya hilbijartinan de bi şev û roj bênavber xebitî.

Peyama wî ya dawî xwedî derketina li sindoqan e.

Berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya DEM Partiyê Celalettîn Erkmen got:

“Bila hevalên me yên ku dengên xwe didin heta sindoq digihin komîsyona hilbijartinan ji sindoqan dûr nekevin.

Heta piştî ku sindoq gihiştin komîsyona hilbijartinan bila heval biçin rêxistinên partiyê yên li navçeyan û encaman li wê derê bişopînin. Rewşa me ji ya partiyên din gelekî baştir e.”

Partiya Yenîden Refahê parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Kasim Gulpinar nîşan daye û vê yekê balansa hilbijartinan li dijî AK Partiyê guheriye.

Gulpinar neviyê Şêx Eyubê rêhevalê Şêx Seîd e ku kesê yekem di serhildana 1925an de hatibû darvekirin.

Hezkirin û eleqeyeke zêde li hemberî wî heye.

“Êdî pêwîst nake ku em gotinên zêde bikin”

Berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya Partiya Yenîden Refahê Mehmet Kasim Gulpinar anî ziman:

“Êdî pêwîst nake ku em sozan bidin û gotinên zêde bikin. Eger we roja hilbijartinan mohr li Yenîden Refahê xist û sindoq hatin vekirin û hejmartin û li bajarê mezin, li Eyûbiyeyê, li Xelîliyeyê û Karakopruyê bi ser ketin, wê demê em dê gelek tiştan bêjin.”

Berbijêrekî din ê bihêz ê AK Partiyê Zeynel Abîdîn Beyazgul e.

Her çiqas li bajêr nerazîbûnek li hemberî wî hebe jî lê ji ber ku berbijêrê partiya desthilatê ye îhtimala dubare serkeftina wî heye.

Wezîrên Tirkiyeyê yek li ser yekî ji bo piştgiriya Beyazgul diçin Rihayê.

Wî jî di peyama xwe ya dawî de bi vîdeoyekê de bangî Rihayiyan kir.

Berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AK Partiyê Zeynel Abîdîn Beyazgul jî da zanîn:

“Dîsa Şanliurfa, ji nû ve, roj îro ye, emanetê we emaneta me ye.”

Li Rihayê milyonek û 251 hezar û 171 dengdêr hene û dê li 4 hezar û 433 sindoqan deng bidin.

Li gorî rapirsiyan li Rihayê îhtimala serkeftina DEM Partî, AK Partî û Yenîden Refahê wekî hev e û şansê her sêyan jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst