Banga Osman Baydemîr ji bo Bedlîs û navçeyên wê

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan Stenbol PKK Osman Baydemîr Bedlîs DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr ji bo Bedlîs û navçeyên wê bang kir û got, “Bila li seranserê Kurdistanê ala temsîliyetê bikeve destê keç û kurên we."

Parlamenterê berê yê HDPyê û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr bi vîdeoyekê bangî gelê Bedlîsê kir.

Baydemîr di parvekirina xwe de namzedê DEM Partiyê Bedlîsê Nezîr Karabaş û namzedê Tetwanê Belkis Epozdemîr tag kir û bi Kurdî bang kir.

“Bedlîs ku dîroka hebûna me ye”

Osman Baydemîr got, “Ez ji dil û can silav û hurmetên xwe pêşkêşî we hemûyan dikim.

Îro banga min bi taybetî ji bo Bedlîsê ye. Bedlîs ku koka çand û hunera me ye. Bedlîs ku dîroka hebûna me ye.

Banga min herwiha li Xelat, Norşîn, Hîzan, Adilcewaz, Motkan û Tetwanê ye.

Hûn gişt ji min baştir dizanin ku Tetwan taca Behra Wanê ye. Tetwan gerdena Behra Wanê ye. Tetwan deriyê Serhedê ye.

Ez ji hemû gelê me hêvî dikim ku li Bedlîs, Tewan, Hîzan, Norşîn, Motkan, Adilcewaz, û Xelatê xwedî li koka xwe derkevin.”

“Bila li seranserê Kurdistanê ala temsîliyetê bikeve destê keç û kurên we”

Baydemîr wiha pê de çû:

“Ev maratona hilbijartinan a ku we da meşandin, ez bawer im keda we vala naçe.

Em biçin ser sindoqan careke din dengên xwe bidin ên xwe.

Dengên xwe bidin nazmedên xwe, dengê xwe bidin keç û xortên xwe da ku bila ala wekheviyê, ala temsîliyet û xizmetê li Bedlîs, Xelat, Hîzan, Tetwan û seranserê Kurdistanê bikeve destê keç û kurên we.

Xwişk û birayên min, hemû nazmedên me yên Bedlîsê bi taybetî namzedê Bedlîs û navçeyên wê Xelat, Adilcewaz, Tetwan, Hîzan Motkanê emanetî Xweda, emanetî we ne.

Li sindoqan xwedî derkevin. Paşiya hemû tengasiyan firehî ye, ronahî ye.

Gava ku hûn çûn ser sindoqan rica min ji we, bila Îhsan Ugur têkeve bîra we.

Rica min bila Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak têkeve bîra we, bila ewladên we yên di zindanan de têkevin bîra we.

Ez we hemûyan ji dil û can silav dikim. Keda we, berxwedana we û serkeftina we ji niha ve pîroz dikim.

Stara Xweda li ser Bedlîsê be. Stara Xweda li ser hemû gelê Kurd û Kurdistanê be.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst