Di tankerekê de 2 jê mirî 52 koçber hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dîlokê di nava tankereke sotemeneyê de 2 jê mirî 52 koçber hatin dîtin.

Li gorî nûçeya AAyê li ser rêya sereke ya Tersûs- Edene- Dîlokê li Taxa Kulluyê polîsan li tesîseke otobûsan tankereke sotemeniyê rawestand.

Piştî lêgerînê polîsan di tankerê de 52 koçberên Efxan dît.

Ji wan 2 koçberan jiyana xwe ji dest dabû û 7 koçber jî ji ser hişê xwe çûbûn.

Tîmên tenduristiyê 7 koçberên ji ser hişên xwe çûbûn û metirsî li ser jiyana wan hebû, bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.

Hêzêne ewlehiyê koçberên din jî birin Navenda Polîsan a Yeşîlvadî ya Şehît Ersan Gurpinarê.

Herwiha şofêrê tankera sotemeniyê jî hat desteser kirin.