Li Amedê pevçûna malbatan: Kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya Amedê 2 malbatên bi çekan şerê hevdu kir.

Kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li gundê Dîbekê yê navçeya Licê ya Amedê, di dema fitarê de 2 malbatên xizmên hev li ser erdan bi çekan şerê hev kir.

Di encama wî şerî de welatiyê bi navê Remezan O., Siddik O., Mert O., û 2 kesên din ku navê wan hetiyê zanîn birîndar bûn.

Herwiha hêzên ewlehiyê û timên tendirustiyê bilez gihiştin cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.

Birîndarê bi nave Remezan O., ji ber giranbûna birîna xwe li nexweşxaneyê koça dawî kir û 4 birîndarên din jî tên dermankirin.

Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê li nava gund belav bûne.

Herwiha derbarê bûyerê de  lêpirsînê dest pê kir.