Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Amerîkayê hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kir

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alina Romanowski Hilbijartinên Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowski civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskî kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û navxweyî yên Îraq û Herêma Kurdistanê, peywendîyên Hewlêr- Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Ji bilê vê yekê mijara hilbijartina Parlementoya Kurdistanê, pêwendiyên Amerîkayê yên bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re jî hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan li ser girîngiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dilgiraniyên aliyan anîn ziman.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrê û parastina mafên hemû aliyan kir.

Gef û metirsiyên terorê û çend mijarên din ên di berjewendiyên her du aliyan de mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst