Mesrûr Barzanî: Nabe ji vê zêdetir mafên Herêma Kurdistanê werin binpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe yên destûrî bicih anîne û nabe ji vê zêdetir mafên Herêma Kurdistanê werin binpêkirin.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro li Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskî û şandeya li gel wê pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de girîngiya rêzgirtina li pêgeha federalî ya Herêma Kurdistanê û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi rêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşdeçûnên projeya “Hejmara Min” hat gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê tevahiya erkên xwe yên destûrî bicih kiriye lewre nabe ji vê zêdetir mafên Herêma Kurdistanê werin binpêkirin.

Bi gotina Mesrûr Barzanî mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de bi eşkereyî mafên Herêma Kurdistanê hatine qebûlkirin.

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskî jî piştîvaniya xwe ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê de anî ziman.

Herwiha girîngiya lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û çareserkirina kêşeyên li pêş pêvajoya hilbijartinê jî di civînan de hat gotûbêjkirin.