Mîkaîl Aslan piştgirî da DEM Partiyê: Ra û reça ma bellîya

30-03-2024
RÛDAW
Nîşan Mîkaîl Aslan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan piştgiriya xwe ji DEM Partiyê re ragihand û got, "Kuleka hin kesên din me germ nake. DEM dema me ye."

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja Yekşemê 31ê Adara 2024an ji bo hilbijartinên xwecihî diçin ser sindoqan.

Di wan hilbijartinan de serokên şaredariyên bajar û bajarên mezin, endamên encûmena şaredariyên, muxtar û endamên desteya rihspiyan tên hilbijartin.

Berî wan hilbijartinan beşek ji kesayet, hunermend û rewşenbîrên Kurd bi peyaman piştevaniya xwe ji bo aliyên siyasî radigihînin.

Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamake piştevaniyê ji bo DEM Partiyê belav kir.

Aslan di peyama xwe de bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî got, “Râ û reça ma bellîya û cayê ma belîyo. Nû zem nîyo DEM o.” Wate “Rê û rêça me diyar e û cihê me diyar e. Ev ne fesadî ye lê DEM e.”

Mîkaîl Aslan kî ye?

Mîkaîl Aslan sala 1972yan li navçeya Xozatê ya Dêrsimê, li gundê Tawûxê ji dayik bûye.

Aslan di 10 saliya xwe de, bi malbata xwe re koçî Qeyseriyê kir. Sala 1991ê li Zanîngeha Meletiyê li beşa matematîkê dest bi xwendina xwe kir lê ji ber çalakiyên siyasî xwendina xwe neqedand.

Wî ligel hinek ji hunermendên din ên Kurd koma muzîkê ya Munzûrê ava kir û CDyeke stranan tomar kir.

Sala 1994an koçî Almanyayê kir. Li Almanyayê jî li ser hunera xwe berdewam bû û destpêkê ligel hunermendê Tirk Kemal Dînç kar kir.

Paşê sala 1999an albuma xwe ya yekem a bi navê, Agerayîş weşand.

Piştre muzîka caz bala wî kişand û bi Dieter Schmalzried û Michael Weil re komek ava kir.

Sala 2001ê, li Konserwatuara Peter Cornelius a Maynzê dest bi xwendina gîtar û saksofonê kir û sala 2005an xwendina xwe qedand.

Bi ser mijûlbûna bi stranên Kurdî, wî ji bo du belgefîlmên li ser Anadolê ji bo televîzyonên Almanyayê jî muzîk çêkirin.

Sala 2005an albuma bi navê Mirazê weşand.

Mîkaîl Aslan stranên xwe piranî bi zaravayê Kirmanckî dibêje lê stranên wî yên bi Kurmancî û Tirkî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst